Století zázraků na kurdském internetu

Jedna z nejznámějších kurdských internetových stránek informuje o knize Jaromíra Štětiny Století zázraků a o jedné z povídek této sbírky Pět krát pět prstů dcer mlynáře Javčika. Tato povídka se odehrává v iráckém Kurdistánu.

Lehenga çîroka nivîskarê çekî ê navdar J. Stetînayî keçek kurd e
Weşandin:4/2/2007 saet 14:52

Pirtûka nivîskarê navdar ê çekî Jaromir Stetina derket. Lehengek çîroka bi navê Stoleti Zazraku keçek kurd e. Di çîrokê de êş û sefaleta sedsala 20-an bi îronî wek mûcîzeyên sedasalê tên bi nav kirin.

Pirûka nû a nivîskarê çekî Jaromir Stetina ku yek ji navdartirîn nivîskarê Komara Çekî  tê qebûl kirin derket û deng veda.

 

Navê pirtûkê Stoleti Zazraku (Sedsala mûcîzeyan)ye û di çîrokan de êş û sefaleta sedsala 20-an bi zimanekî edebî tên ber bi çav kirin. Yek lehenga çîrokek Stetinayî jî keçek kurda Başûr e. Yavchik aşvan e û di bin çiyayê Rost de dijî. Çîrok zilm û zordarîya Seddam Husên a ser kurdan bi mînakan tîne ber çavên xwendevanan. Navê çîroka li ser keça kurd „pênc car pênc tilîyên Yavchika aşvan“ e. Di dawîya çîrokê de Yavchik ji alîyê eskerên Seddam tê revandin û esker li Hewlêrê dest davêjinê.

 

Nivîskar Stetina di heman demê de rojnamevanek naskirî û senator e jî.

 

Li gora agahîyan dê ev pirtûk di demek nedirêj de ji alîyê radyoya Dengê Ewropaya Azad, Radyoya Amerîka û radyoya Îraqa Azad bo zimanê kurdî were wergerandin.

 

J. Stetînayî di destpêka salên 1990î de li Dêrsimê tê girtin û şeş meh li gitîgeha Meletîyê dimîne.

 

Amadekar:mşo
Çavkanî :Netkurd